Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya endamê PDKÎ di Kurdistanê de berdewam e

20:20 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarên Kirmanşan, Urmiye, Bokan, Rebet, Merîwan û Hewşarê de, çalakiyên teblîxî bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi rêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, endamên PDKÎ di nav çalakiyên xwe de serberê bilindkirina ala Kurdistanê û ala Şînê esmanî, tirakt û pûster û daxuyaniya taybeta komîsyona teşkîlatê jî bilavkirin e.

Ew cihên ku çalakî tê de hatine kirin bi vî awayê ye:
Urmiye

Endamê û evîndarên demokratperwer ên bajarê Urmiyê di dirêjahiya kar û çalakiyên xwe de bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, di roja Yekşemî dervara 6’ê Tîrmeha 2014’an de, di wan cihane de tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona Teşkîlatê a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bilav kirine:

Şeqama Sahêlî, derdora îdareya Îtilatê, Şêx tepe, Parka Cengelî a Şêx Tepe, Şereçayî, Şehreka Azadigan a 1 û 2.
Bokan

Rêvîngên rêbaza Pêşewa Qazî, Komara Kurdistanê, bervara 6’ê Tîrmeha 2014’an, li gundên derdora Mecîd Xan yad û bîra şehîdên Viyenê bi bilavkirina tirakt û pûster di wan cihane de bilind nirxandin:

Qeremûsiliyan, Şaredê Husên Mame, Sêrêya Qela û Qazince û hacî lek, navê wan cihane ye ku çalakî tê de hatiye kirin.

Tekoşerên demokrat, demokratperwerên rastîn ên rêbaza Qqasimlo û Şerefkendî, ala Kurdistanê û ala Şîn a esmanî a partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser sîmê elekteronîkê a navbera gundên Daşbend û Melaler, hilkevtî li nêzîk gundê Espoxe, bilind kiribûn ku heta dema bilav kirina vê nûçê hêj her ser cihê xwe mabûn.

Rebet

Rêvîngên rêbaza şehîd Ebdulla Qadirî Azer li bajarê Rebetê a ser bi bajarê Serdeştê di parêzgeha Urmiyê de, gotinên bi nirx ên Dr. Qasimlo bi awayeke nivîsîna derûşm, tirakt, pûster bilavkirin.

Endamên PDKÎ bi nivîsîna derûşmên “Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye, Qasimlo rêya te dirêje heye, Kurdistan rêvîngê rêya te ye” li derdora mizgewta Serçawê, şeqama Lêlane, derdora dermangahê. Parka Beharan, mizgewta Îmam Şafêyî, derdora pasgeha hêzên Întizamî, çalakî kirin.

Merîwan

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Merîwanê bo çendemîn car bîra şehîdên Viyenê bilind nirxandin û bi bi rêve birina çalakiyên teblîxî terorîzma rejîma Îslamî a Îranê mehkûm kirin.

Endamên PDKÎ bo çendemîn car li taxên nav bajar, şeqama newroz pûster û tiraktên taybet ên komîsyona Teşkîlat a PDKÎ bilav kirin.

Hewşar

Bervara 7’ê Tîrmeha 2014’an, rêvîngên rêbaza demokrat, hevşeperên Kak Hesen Şîweselî, çalakiyên teblîxî di gundên derdora Hewşar, bi nîvîsîna derûşm û bilavkirina tirakt û pûsterên taybet û wêneya Dr. Qasimlo çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Qûzlûya Hewşar, Memer, Qisqopî, Qazanlî, Ehmed Ava û Ser çemê Cexetû, navê wan cihane ku ku endamên PDKÎ çalakî tê de bi rêve birin e.

Kirmanşan
Endamên PDKÎ di Kirmanşanê de çalakiyên teblîxî bi hinceta 22’ê Pûşperê, 25’3mîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi bilavkirina tirakt, pûster û bilavkirina daxuyaniya Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ, bi rêve birin.

Pasgeha Qazançî, derdora Polîs ra, pirtûkxana giştî, banka mîlet, karaca giştî a Şahabad – Kirind – Qesr Şîrîn, parka Şîrîn, derdora muxabirat, şeqama Dr. Qasimlo û derdora wî, Ketîbeya Bêstûn, navê ew cihên ku çalakiyên teblîxî bi hinceta 13’ê Tîrmehê di Kirmanşanê de hatine encam dan.