Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya jînghparêzî li Kurdistanê didome

16:37 - 8 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Li bajarên Merîwan, Bokan û Serdeştê bi awayeke curbacur çalakiyên jîngehparêzî birêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, zarokên jîngehparêz li Merîwanê û edîbên jîngehparêz li Bokanê ber bi pîrbûna xwezaya Kurdistanê ve çûn û di hewlekî xorskî a jîngehparêzî de emeg û wefadariya xwe bo nîştiman duqat kirin.

Çavkaniyekî hayîdar bi nûçegihandiya Kurdistanmedia ragihand: Komîteya zerokên encûmena kesik a çiyayê Merîwanê, roja Pênçşemî 5’ê Hezîran a 2014’an, dest bi paqijkirina gola Zirêbar û derdora wî kirin û hemû kirs û kevalên wê golê kom kirin.

Zarokên encûmena kesik a çiya di daviya helmeta jîngehparêzî de marşek bi navê “Xwedê weten ava bikeyî” xwendin ku kêfxweşî xistine nav dilê geştyar û hemwelatiyan.

Li gor wê raportê, nêzî bi 30 zarok di vê çalakiya jîngehparêzî de beşdarî kirin.

Ji aliyek din we û di wê pêwendiyê de hejmarek ji endamên kempêyîna civakî û çandî a xwezaya bajarê min, roja Înê 6’ê Hezîran a 2014’an, di hewlekî jîngehparêzî de bi beşdariya hejmarek çalakên çandî û edîb ên bajarê Bokanê, hemû kirs û kevalên devera Pira Xolamalî, kom kirin.

Mistefa Îlxanîzade, Emîn Girdîgilanî, Husên Şêrbegî, Selah Nisarî, Munîre Feyîze û Bêhroz Esrarî navên hejmarek ji wan çalakvanên bajarê Bokanê ne ku di wê çalakiya jîngehparîziyê de pişikdarî kirine.

Di wê pêwendiyê de hejmarek çalakên kempêyîna jîngehparêzî a bajarê Serdeştê di helmetekî jîngehparêzî de, roja Pênçşemî bervara 5’ê Hezîran a 2014’an, bi hinceta roja cîhanî ya jingeh, kirs û kevalên derdora sûlava Şelmaşê paqij kirin.