Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya teblîxî di devera Mirgewer de bi rê ve çû

12:38 - 22 Adar 2021

Li bajaroka “Dizê” ya devera “Mirgewer”a bajarê Urmiyê, çalakiyên teblîxî hatine lidar xistin

Roja Yekşemî 21ê Adarê, tevî hebûna rewşa ewlehî li deverê, çalakiyên teblîxî bi hilkevta sersala nû ya 2721a Kurdî, ji aliyê endam û alîgirên “PDKΔ ve li bajaroka “Dizê ya Mirgewer”de hatine lidarxistin; Durişmên “Bijî Qasimlo” ,“Serkeve Kurd” û “sala 2721an li hemû gelê Kurd pîroz be”, di wê çalakiya teblîxî de hatibûne nivîsandin.

Rejîma Îranê bi hemû cehda xwe bona rêgirî ji birêveçûna rêûresmên Newrozê nekarî pêşaya cêjna xelkê bigre, xelkê Kurdistanê bê guhdan bi gefxwarinên rejîmê û ewlehîbûna rewşê û milîtarîzekirina deveran , rêûresmên Newerozê bi rê ve dibin û endam û alîgirên PDKÎ bi nîvîsandina durişmên taybet bi pîrozbahiya Newrozê, di çalakiyên cuda de, sala nû kirine bi hêmayek bo yekîtî û serhildanê.

Birêvebirîna rêûresma Newroza Îsal di piraniya gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî berfireh û bi şan û seheke netewî,  bi rê ve çûye û tirsek giran xistiyê dilê rejîma Îranê.