Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya teblîxî ya endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 22`ê Pûşperê berdewam e

13:05 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Digel nêzîkbûna 22`ê Pûşperê  endamên PDKÎ di navxwe ya welat bi encamdana çalakiyên teblîxî peymana wefadariyê digel rêbaza şehîdan nû dikin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamên PDKÎ di navxwey  welat hevdem digel nêzîkbûna 22`ê Pûşperê salvegera terorkirina rêberê bêhempa yê Kurd Dr. Qasimlo bi belavkirina tirakt û poster û nivîsandina diruşman, çalakiyên teblîxî li nav bajarên Urmiyê û Pîranşarê  encam dan.

Ew cihên ku çalakî tê de bi rê ve çûn, ew ciyane bûn:

Urmiye:

Gundên Girdîk Nasir, Heftava, Sê girdkan û Kolana serekî ya Urmiye-Zêwe.

Pîranşar:

Şeqama Peswê, Sêriya Kanî Mela, Gundê Şino Zeng, Girdikşane