Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya tekoşerên PDKÎ bi hinceta 22’ê Pûşperê di Kurdistanê de berdewam e

20:53 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endaman û tekoşerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarê Miyandab, Sine, Merîwan û Urmiyê, bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Ev cihên ku çalakî têde hatine encam dan, pak hatine ji:

Miyandab

Endamên PDKÎ li gundên Xêrava û Tezekendî a Şamatê, ala Kurdistanê bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser têla eliktirîkê bilinkirin.

Endamên Demokratê 13’ê Tîrmehê di du gundan de tirakt û pûsterên taybet yên komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ bilavkirin.

Merîwan

Endaman û alîgirên PDKÎ bo çendemîn car di bajarê Merîwanê û derdora vî de, bi hinceta 13’ê Tîrmehê çalakî bi rêve birin.

Ew cihên ku çalakî têde hatine kirin bi wî awayê ye: Taxê îstadiyom, Serdûşiyekan, Çarbax, Darseyrana qedîm, Şehîd Çiraxî, tirmînala Sawcê, meydana Bêsaranî, Meydana Muelim, riya Zirêbar bo Merîwanê, tirmînala kewin, medrisa Hîdayet û Zanyarî.
Herwiha endamên PDKÎ li ser çiyayê Şergeya gundê Nê û menbera avê, ala Kurdistanê û ala şîn a esmanî bilinkirin.

Urmiye

Di bervara 12’ê Tîrmeha 2014’an de, bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hewalên wî, evîndarên rêbaza Dr. Qasimlo û Demokratê li dever Enzel a ser bi bajarê Urmiyê li gundên Kûreya jorîn û Hemam ava û Kerêzê û herwiha li Karxana Qendê (Nûşîn Şehr), riya Urmiyl bo Selmasê, şeqama Qasimlo, bi awayeke berfireh bi blavkirina tirakt û pûster çalakî encam dan.

Di vê pêwendiyê de endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ala mezin a Kurdistanê li ser têla eliktirîka gundê Hemam ava ya devera Enzelê bilindkirin.

Piştî wan çalakiyane, hêzekî zaf a rejîm rojek piştre rijiyane devera Enzelê û givaş bo xelkê anîn ku tiraktan kom bikin lê ji aliyê xelkê ve tu bersivek nehat dayîn.

Sine

Bi hinceta 22’ê Pûşperê, 25’emîn salvegera şehîdbûna rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo, endamên PDKÎ di bajarê Sine de bo cereke din çalakî encam dan.

Taxa Şerîf ava, Girîşan, Kanî Kûzele, Sipûr ava, meydana Nebuwet, navê ew cihên ku li bajarê Sıne çalakî têde hatine bi rêve birin.