Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyeke jingehparêzî li Urmiyê hate lidarxistin

11:36 - 21 Çirriya paşîn 2020

Hejmarek ji jîngehparêzan li devera Mirgewer a bajarê Urmiyê çalakiyeke jîngehparêzî lidar xistin.

Roja Înê 20ê Çirriya Paşîn, girûpeke çalakvanên jingehparêzan a binavê girûpa çiyagerî ya “Bênar”, tevî serketina bi çiyayê “Az” li devera Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê di çalakiyeke jingehparêziyê de, toyên “Berû” di quntara çiyayê “Az” de çandin.

Sirûşta Kurdistanê ku di wan salên dawiyê de rastî agirpêketinên berfireh û herwisa birîn û jinvbirinê hatiye, hewceye ku bê parastinê û girûpên jîngehparêz, çiyager û xelkên asayî yên deverên Kurdistanê heta niha çendîn çalakiyên jîngehparêzî wekî çandina “şitlên dare berû, toyê berû û darên din” yên taybet bi sirûşta Kurdistanê bi rê ve birine.

Karbidestên rejîma Îranê tim hewldane ku li Rojhilatê Kurdistanê wan agirpêketinan bi asayî nîşan bidin û kiryarên xwe yên gemar derheq jinawbirina sirûşta Kurdistanê perdepoş bikin.

Çandina daran û zindîkirina sirûştê çalakiyeke bi wec bona parastina xwezaya Kurdistanê ye.

Çandina daran û paqijkirina sirûşta Rojhilatê Kurdistanê bûye beşek ji çanda xelkê Kurdistanê û rojbiroj ew çalakî tevî dijatîkrina  veşartî ya rejîma Îranê bi rêve diçin.