Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên 22’ê Pûşperê, bi hinceta 25’emîn salvegera Dr. Qasimlo dirêje heye

14:11 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endaîmên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û tekoşerên gel, di bajrên Bokan, Merîwan, Urmiye, Sine, Dalahû, Serpêla Zehaw, Seqiz û Pawe çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Ew bajar û deverên ku bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakî lidarxistine, bi wî awayê ye:

Merîwan

Bi hinceta 13’ê Pûşperê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, endamanên PDKÎ li felekeya Bêsaranî, Serdoşekan, gimtika Mûsk, çalakî bi rêve birin.

Rêvîngên Demokratê bi vê hincetê ala şîn a esmanî li rex zanîngeha Azad û Qebrê Derwêş li ser riya Zirêbar bilandkirin.

Li gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê bi boneya 22’ê Pûşperê, xelkên gund kincên şîn lixwe kirbûn û endamên PDKÎ di hemû kolanên gund de derûşmên pêwendîdar nivîsandin.

Di wê pêwendiyê de endamên PDKÎ li gundê Serdoş li devera Berî Begzade çalakiyên berfireh bi bilavkirina tirakt û pûster encam dan.

Beharan Faza 1 û 2, meydana Newroz, derdora avahiya Şivra, mizgewta Quba, taxa tirmînal, Leyla Xiyakan, sêriya Bêhzistî, navê ev cihên ku li bajarê Merîwanê bo cara çendemîn çalakî hatine kirin.

Herwiha şeqama Dr. Qasimlo, çarriya Bayewe, hemberê Darseyran, Îstadiyom, feleka Bave Reşîd, çarriya seleke hemberê Darseyran, demijmêr 10 şevê hemû eliktrinîk vemirandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rewşa ewlehî a bajarê Merîwanê di wan çend rojên hatiye ewlehîkirin û niha jî ew rewşe her berdewame.

Ji aliyek di ve di dirêjahiya kar û çalakiyên tekoşerên PDKÎ bi hinceta 13’ê Tîrmehê, li riya Merîwan bo başmaxê û riya Samcê, yada şehîdên Viyenê bilind hat nirxandin.

Li gor wan raportane, li şeve 22’ê Pûşperê de çirayên şeqama Dr. Qasimlo li bajarê Merîwanê bi tamamî hatin vemirandin.

Urmiye

Çalakiyên endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, li bazar û şeqam û kolan û nehyeya Diza Mirgewer, gundê Gêyîsiyasn, Zêwe û gundê Qayirê didime.

Di nayheya Zêwe de endam û alîgirên PDKÎ li dermangeha giştî, zanîngeh, xwedingeh amadeyî ya keçan û nav bazara sereke, çalakî encam dan.

Herwiha bervara 12’ê Tîrmeha 2014’an, rêvîngên rêbaza Qasimlo û Demokratê bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdên Viyenê, Dr. Ebdulreham Qasimlo hevalên wî Ebdullah Qadir Azer, Fazil Resûl Kurdê başûrê, li derdora zanîngeha Peyamnûra Urmiyê, feleka Bazar baş, Museleya Xumênî, Şehreka Diza Siyawoş, şeqama Kemerbendî a Urmiyê bo Selmasê, zanîngeha Urmiyê, Nazlû, Qerelerî Nazlû, Hekîm Nizamî, gundên Sincî, Hesar di devera Kine Berojan, feleka Muderis a Urmiyê, nexweşxana rewanpizişk a Urmiyê, Kuştargeh, şeqama Apadana, Qehweqebax, şehreka Terzilû, mizgewta Mihemed Resûlillah, tirmînala Duxaniyat, Pira Qoyon Kopsî, Seyrangeha bendawa Şere Çayî, sêriya Heftûn, riya Selmas bo Teze Şar, çalakiyên teblîxî bi bilavkirina tirakt û pûsterên komîsyona Teşkîlatê ew roje bilin nirxandin.

Her di vê bervarê de evîndarên Demokratê, li gundên Rajan, Rezgeya Mirgewer, Garane û Hêşmava çalakiyên teblîxî bi rêze birin.

Herwisa di bilandahiya Hîlane Qel, ala mezin a Kurdistanê hat bilindkirin ku li gundên geliyê Qasimlo ve bi başî dihat dîtin. Dest û pêwendiyên rejîm ji bo alnîna xwarê ya ala Kurdistanê hewleke zaf dan lê nekarîn bi tu awayekî vê alaya pîroz bînine xwarê û serkevtî nebûn û di dawiyê de bi naçarî mifah ji celeweqîlê wergirtin.

Ji aliyek din ve bi boneya 25’emîn salroja şehîdên Viyenê, pitir ji 2 hezar û 400 kurte name (Mesaj) ku ji aliyê komîsyona Teşkîlatêa PDKÎ ve hatibû amadekirin, ji riya Mobayîlê ve bo hemwelatiyan hat şandin.

Çalakiyên han yên endamên PDKÎ di demekê de bi rêve çûn ku rewşa bajarê Urmiyê bi temamî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê ve hatibû ewlehîkirin.

Di Îslamabad a Urmiyê de demojmêr 10’ê şevê bi awayeke berçav çirayên malan hatin vemirandin û dehan CD ên dengê şehîd Dr. Qasimlo bûn di piraniya cihan de hatin bilavkirin.

Pawe

Êvara roja Înê 11’ê Tîrmehê û êvara roja Şemiyê 12’ê Tîrmeha 2014’an, endamên PDKÎ di nav koêan û şeqamên bajarê Pawe de çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Ew cihên ku çalakî têde hati encam dan bi wî awayê ye: Şeqama nexweşxanê û kolanên derdora vî, parka Komekal, meydana Mewlewî, şeqama Risalet, şehreka Ferhengiyan, çemê Asawan, baxê şarewanî û derdora vî, şehreka Zefer, û zewiyên şehrî,

Serpêla Zehaw

Şeqama D. Qasimlo. Sêriya Serpêl bo Qesir, Nawkel, Kelî Davûd, parka giştî, şeqama Tûba, baxê giştî, yarîgeha bajar û Reşîd Hewas, herwiha li ser bilindahiya Newkel ku bi bajar de zale ala mezin a Kurdistanê û ala şîn a esmanî bilind kirin.

Dalahû

Bervara 22’ê Pûşperê li bajaroka Rijawe li Dalaho di hemû kolan û taxên vê bajarokê de bi awayeke berfireh tirakt û pûster û wêneya şehîd Dr. Qasimlo hatin bilavkirin.

Sine

Gundê Niyer a ser bi bajarê Sine: Bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî li hemû kolan û taxên wî gundî de tirakt û pûster biliv kirin û herwiha ala mezin a Kurdistanê jî bilindkirin.

Herwiha ew çalakiyane li gundê Hesenava bi rêve çûn: Riya Hesenava bo Sine, Hesenava bo Kêlane û piraniya kolanên gundê Hesenava, xwendingeha nawendî û xanê bêhdaşt, navên ev cihên ku çalakî têde hatine kirin.

Bokan

Di rojên 11 û 13’ê Tîrmeha 2014’an de, endam û alîgirên PDKÎ li gundên Terexeya devera Pîr Mihemedê Bokanê, çalakiyên teblîxî bi bilavkirina pûster û tiraktên taybet yên koîsyona Teşkîlatê a PDKÎ, bi rêve birin.

şino

di roja 13’ê Tîrmeha 2014’an de, bajarê Şinoyê rengî matemeniyê bi xwe ve girtibû, rejîma Îslamî bi armanca tirsandina hemwelatiyan piraniya kolan û taxên vî bajarî de cihgîr bibûn.

Nexede

Di rojên 11 û 12’ê Tîrmeha 2014’an de, li wan cihên ku çalakî bi hinceta 22’ê Pûşperê têde birêve çûn e, pêk hatine ji:

Meydana topanê a Kawiyan, şeqamê Dr. Qasimlo, parka Muelim, taxa Hacî Xidir, feleka Nemaz û herwiha li gundên Elbê, wînsaçliyan, Kuîkan, Kerîzî Şikakan, Dîlan Çerx, qelatan, Caşêran, Zeliyan û Qarnê.

Li gor raportên ku gihîştine destê malpera Kurdistanmedia: Xelkê Kurdistanê di piraniya bajarên weke: Urmiye, Şino, Merîwan, Rebet, ber bi pîrbûna bangewaziya komîsyona Teşkîlatê a partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve çûn û demojmêr 10 şevê bi dema Tehranê bo heyamê 3 deqan çirayên mala xwe vemirandin û di roja 22’ê Pûşperê de kincên Kurd û herwiha kincên bi rengê şînê esmanê lixwe kiribûn.

Seqiz

Şeqama Hizret Omer, kolanên şeqama mizgewta Darulsefa li Kerîmava Seqizê, taxa Şanaz, kolanên Ferhengiyan û şeqama şanaz, navên ew cihên ku li bajarê Seqizê, endamên PDKÎ di 13’ê Tîrmehê de çalakiyên teblîxî bo cara çendemîn bi rêve birin.