Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bangewazî bi boneya 22`ê Pûşperê di Kurdistanê de berdewam e

13:34 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Şemî 15`ê Pûşperê, endamên PDKÎ li bajarê Kurdistanê, bi hilkefta 30`mîn slaroja terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Endamên dilsoj û tekoşerên Hizba Demokrat li bajarê “Merîwanê” li cihên wekî: “Gereka Mizkevit Hejar, şeqama îdareya Raya Qedîm, çarêya Bayewe, Mizgevta Ebûbekrî Sidiyq, derdorê Mizgevta Ebdulah Bin Umer, pira Garan, rêya Sereşîw (Merîwan-Seqiz) û derdora avbenda Garan”, tirakt û posterên taybet bi wê rojê belavkirin.

Hevdem endamên tekoşer û çavnetirs ên PDKÎ, li bajarê “Dêwlan” li cihên wekî: “Gereka Cehadgerên Zagiros, Sexawet, meydana Mihemd Resulûlah, gereka qedîm a Dêwlan, xwarê rêya Îmam Şafi`î, nexweşxaneya Şewahid, gereka Şeyda, meydana besîc, rêya Qurwe û Dêwlan û herwisa li gundên Başmax û Ciwamêrava”, bi boneya 22`ê Pûşperê salroja terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî çalakiyên bangehwazî lidar xistin.

Herwisa tekoşerên Demokrat, li gundi “Wisukend” a girêdayî bajarê Mehabadê, bi boneya salroja şehîdkirina Dr.Qasimlo, bi belavkirina tirakt û poster û wêneyên Dr.Qasimlo bi awayekî berfireh, yad û navê rêberê navdar ê gelê Kurd bilind ragirtin û bi wê boneyê, çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Hevbdem, endamên PDKÎ li gundê “Şiyan” a girêdayî dewera Jawero a ser bi bajarê Sine, li cihên wekî: “Kanî Ewde, Tirmînala Qazî Bekir, Miyawezan, Kanî Gezne, Kurar, Xergenim, Kanî Wize û Kanî Cahêl”, bi belavkirina tirakt û wêneyên Dr.Qasimlo, çalakiyên berfireh ên bangewazî lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, qehrimanên Demokrat li bajarê Şinoyê, bi wê boneyê, bi belavkirina tirakt û wêneyên şehîd Dr.Qsimlo, çalakiyên bangewazî lidar xistin.