Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bangewazî di Kurdistanê de berdewamin

17:32 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi berdewam çalakiyên bangewazî di bajarên Kurdistanê de lidar dixînin, û dilê tarîperestan dihejîn in.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 11`ê Pûşperê, tekoşerên Demokrat li bajarê Bokanê, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, bi belavkirina 750 “Sî DΔ ên gotinên binirx ê Şehîd “Dr.Qasimlû” yada şehîd “Dr. Qasimlû” bilind ragirtin.

Ew cihên ku çalakiyên bangewazî di bajarê Bokanê de hatine lidarxistin wîha ne: “ Pertûkxaneya Mamosta Heqîqî, Kanûna Perwerişa Kûdekan, Îdareya perwerde û barhênan, Meydana Fûtbal, Zanîstgeha azadî a Îslamî û Peyama Nûr û Îlmî a Karbordî, Mizgevta Cami`e, Bazar, Dikan û Pasajên bajar, Şaredarî, Fermandarî û meteba Dixtorên Bilwara Kurdistanê”.

Herwisa şeva 10 li ser 11`ê Pûşperê, çavnetirsên Demokrat, li Arbaba û Hemzava a bajarê Banê, çalakiyên berfireh encam dan.

Di wê çalakiyê de, endamên Hizbê, bi belavkirina tirakit û posterên taybet bi mehkûmkirina Spaha Pasdaran a terorîs û yada cinayeta 22`ê Pûşperê, hember bi rêberê gelê Kurd “Dr.Qasimlû”, emegnasiya xwe bi Nisbet ax û xelkên Kurdistan û xebata PDKÎ nîşandan.

 Her di vê pêwendiyê de, xurtên bi emgnasên rêbaza şehîd “Dr.Qasimlû”, li Şarwêrana bajarê Mehabadê, şeva 10 li ser 11`ê Pûşperê, çalakiyên berfireh ên bangewazî lidar xistin.

Di wê çalakiyê de, endam û alîgirên PDKÎ, bi daliqandina alaya pîroz a Kurdistanê, li ser rêya gundê “Xorxore” li nêzî çiyayê “Kolbarî” a wî gundê, yada 30`emîn salroja Şehîdkirina “Dr.Qasimlû” û hevalên wî bilind ragirtin.

Herwisa komek li tirakit û posterên teybet bi 22`ê Pûşperê, di cihên cuda ên wê deverê de belavkirin û ew cihane wiha ne: “Xwendingeha destpêkî a Konedê ya Şarwêran, xwendingeha Şeqayîq a Gapîs, Dêhyara Xorxore, Heyat Wehşa Talawî Kanî a Berazan, tabloya Ê`ilanatî a Dêhyara Xorxore, Dêhyara Qicî Ava û komek li tabloyên hatoçû ên li ser rêyên wê deverê”.

Herwisa duh 11`ê Pûşperê, çalakiyên Demokratperwer li “Sergîz” a girêdayî bajarê Şinoyê, bi nivîsîna siloganên teybet bi terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd “Duktor Ebdulrehman Qasimlû” yada wî rêberê mezin bilind ragirtin, û bêzariyên xwe lihemberî dojmin û dagîrgerên gel nîşan dan.

Herwisa ragihandine: “Bi wê çalakiyê, yad û navê rêberê xwe bilind radigrin û em li dijberîkirina heyaheyayî di gel dagîrgerî û reftarkirina wan a pîs ên wekî, kuştin û lidarvekirin û terorkirina xurtên Nîştiman, em berdewamin û bo tole standin, heya dawiya jiyana xwe, em nasekîn in.