
Kurdistanmedia: Tekoşer û qehrimanên Demokrat li Kurdistanê, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, bi awayên cuda, çalakiyên bangewazî lidar dixînin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 13`ê Pûşperê, endamên HDKÎ li bajarê Seqizê, bi boneya 30`mîn, salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî çalakiyên bangewazî lidar xistin.
Qehrimanên Demokrat li bajarê Seqizê, bi danîna cemedanî û bivîsîna siloganên wekî: “Em yad û rêza şehîdên Vîyenê bilind radigrin, merg û neman bo komara sêdare, û silav li Rasana Demokrat”, çalakiyên bangewazî lidar xistin.
Hevdem endamên Hizba Demokrat, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina şehîd “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, li bajarê Serdeşt û li gundê Nêwkurdar, rêya bajarê Serdeşt, sêrêya Nêvkurdar û Kulese, wêne û tiraktên teybet bi wê rojê belavkirin.
Herwisa li bajarê Sine, endam û alîgirên HDKÎ, çalakiyên berfireh ên bangewazî lidar xistin. Di wê çalakiyê de, tekoşerên Demokrat, bi belavkirina tirak û wêneyên şehîd Dr.Qasimlo bi awayekî berfireh, yad û navê rêberê binavdeng ê gelê Kurd bilind ragirtin, û bi wê boneyê, çalakiyên bangewazî lidar xistin.
Hevdem, endamên HDKÎ, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, li kolana “Xefûr” û bajareke Zagiros a girêdayî bajarê Sine, tirakt û posterên taybet bi wê rojê belavkirin.
Şeva 12`e li ser 13`ê Pûşperê, endam û dilsojên Hizba Demokrat, li çendîn cihên berçav ên bajarê Mîyanduwawê, bi boneya 30`emîn salroja terorkirina şehîd Dr.Qasimlo, tirakt û posterên taybet belavkirin.
Endamên HDKÎ li bajarê Miyanduwawê, li cihên wekî: “Feleka Aşûra, Kemerbendiya Bajar, Şeqama Bakirî, Hîlalê Ehmer, Felekeya Serbazê Gumnam, Koy Beşîrxan Kendî, Feleka Gwêktepe a Heceman, Kargeyê Maşînalatî Mîyandywaw, Kuştargeha Sîmînbal û Polîs rêya Mîyanduwaw”, zêdeyê 200 tirakt û wêneyên Dr Qasimlo bekavkirin.
Herwisa çavnetrsên demokrat, li hat û çûya bajarê Bokan, Seqiz û Mîyanduwawê, tirakit û posterên taybet bi wê rojê belavkirin.
Tekoşerên Demokrat li devera Şarwîran a girêdayî bajarê Mehabadê jî, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, li çiyayê Sewze Poş, alaya pîroj a Kurdistanê daligabndin û herwisa li gundên “Qereqişlaq” û “Gird Yaqûb” bi belavkirina tirakt û poster çalakiyên berfireh ên bangewazî bi rê ve birin.