Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Sine û Bokanê, çalakîyên berfireh ên bangewazî, bi hilkefta nêzîkbûna salroja Şehîdbûna “Dr.Qasimlû” birêve birin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, roja yekşemî, 9`ê Pûşperê, tekoşerên Demokrat bi hilkefta nêzîkbûna salroja Şehîdbûna rêberê navdar ê gelê Kurd, “Dr.Qasimlû” li bajarên Sine, Bane û Bokanê, çalakiyên berfireh ên bangewazî lidar xistin.
Tekoşerên Demokrat li meydana “Êqbal” a bajarê Sine, dergehê despêka bajar û bilindahiya Aviyer, bi awayekî berfireh, yad û navê rêberê navdar ê gelê Kurd bilind nirxandin û bi vê hilkeftê çalakiyê bangewazî lidar xistin.
Hevdem, endamên Hizba Demokrat li “Cade Hesar” a girêdayî bajarê Bokan, bi nivîsîna siloganên wekî: “Bijî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Pêşmerge baska bihêz a gele”, çalakiyên xwe encam dan.