Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî bi hilkefta 25`ê Gelawêjê berdewam in

12:01 - 15 Tebax 2021

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, 76`emîn salvegera avabûna Hizba Demokrat çalakiyên banghêjî lidar xistin û her berdewam in.

Li bajarê Seqizê, ciwanên hertimî demokrat li çiyayê “Ehmed” û devera “Feyzullah Beg” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li “Mihabad”ê, desteyek ji xortên şoreşger bo piştevanî li Hizba Demokrat çalakiyên banghêjî bi rê ve birin. Herwisa bo rêzgirtin li peykera mamosta “Hejar” ku ji aliyê bikirêgirtiyên rejîmê ve hatibû şewitandin, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endamên Hizbê li “Mîrav”êya Serdeştê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê çalakiyên bergfireh ên banghêjî bi rê ve birin. Ew cihên ku çalakî tê de hatine lidarxistin pêk hatine ji: “Şeqama Mu`elim, taxa mizgevta Camî`e û Gerremî Sermile”.

Li Îlamê, ciwanên şoreşger bo çendemîn car li bajarê “Avdanan û Melekşahî”, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê li taxên “Seraw, Kuştargeh, salona werzişiya Perdîs, şeqama Besîc, salona wezişiya Nişat, û li çiyayên Melekşah”ê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Di berdewamiya çalakiyên banghêjî de xortên demokrat li bajarê “Selasa Bawecanî” çalakî lidar xistin û siloganên wekî “mirin û neman bo rejîma Îran”ê li ser dîvaran nivîsîn.

Li bajarê Ciwanroyê, endam û alîgirên PDKÎ peyama pîrozbahiyê bo Hizbê şandin.

Li bajarê Sineyê jî, endamên Hizbê li cihên wekî taxa Xefûr û şehreka Kişawerz çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.