Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî bi hilkefta roja pêşmergên Kurdistanê berdewam e

11:47 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di berdewamiya çalakiyên banghêjî taybet bi roja 26`ê Sermawezê, di bajarên Kurdistanê de, tekoşerên Demokrat li bajarê Sine û Pîranşarê, bi girtina vîdiyo û nivîsîna siloganan, ew roje li pêşmergên Kurdistanê pirozbahî kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî, 19`ê Sermawezê, endam û alîgirên Partiya Demokrat, bi hilkefta roja pêşmergên Kurdistanê çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.

Tekoşerên Demokrat li bajarê Sine, bi belavkirina peyameke vîdiyoyî, pîrozbahî li pêşmergên çeperên çiya û bajar kirin û tirakt û posterên tayîbet bi roja pêşmerge li çiyayê Aviyer belavkirin.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat li “Endêzê” ya ser bi bajarê Pîranşarê, bi nivîsîna siloganên wekî: “Rasan berdewam e, pêşmerge baska bihêz a gele, pêşmerge hêmaya xebat a çiya û bajar e, û bi belavkirina wan siloganan, pîrozbahiya xwe li pêşmergan kirin û 26`ê Sermawezê bilind nirxandin.

Herwisa xortên çavnetirs li bajarê Bokanê, bi belavkirina posterên taybet bi roja 26`ê Sermawezê û herwisa wêneyên şehîd Dr. “Qasimlo”yê nemir, li taxên “Kultepe, Şehrek, şeqama Nûr û Kûyê Ferhengiyan, çalakiyên banghêjî lidar xistin.