Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî ên endamên PDKÎ di Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e

12:12 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Endam û alîgirên PDKÎ di çend bajarên Rojhilataê Kurdistanê de bi hilkefta 2`ê Rêbendan salvegera avabûna Komara Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Roja Înê 4`ê Rêbendan, endamên PDKÎ li devera Jawero a ser bi bajarê Merîwanê bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi 2`ê Rêbendan, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ev cihên ku endamên PDKÎ li devera Jawero a bajarê Merîwanê çalakiyên banghêjî lidr xistine wiha ne: Di nav kolanên gundên Hûye û Serhûye de tirakt û poster belav kirin.

Herwisa qehrimanên Demokrat li bajarê Bokana hertimî Demokrat jî, li “Çomê Mecîdxan” bi çêkirina şêrînî, danîna axabanû û belavkirina tiraktan, 2`ê Rêbendan bilind nirxandin.

Endamên PDKÎ li bajarê Pîranşarê jî, bi awayê nivîsîn li ser dîvarên, “Kemerbendiya Îmam Cûme, 24 Metriya Ewraz û Kemerbendiya Kone Xan”, çalakiyên banghêjî birêve birin.