Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hewalên wî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 18`ê Pûşperê, endamên PDKÎ, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Qasimlo, bi belavkirina tirakt û poster û nivîsîna silogan, çalkiyên berfireh ên banghêjî di bajarên Kurdistan û Îranê de lidar xistin.
Endamên PDKÎ li bajarê Mehabadê, li ser tabloyên rêya bajarê Mehabad- Neqede, û li ser rêya gundên Kosekerêz, Xatûn, Bax, Boze, Azad, Qerebax, Qemtere û Burhan, bi belavkirina tirakt û wêneyên Dr. Qasimlo û herwisa bi nivîsîna siloganên wekî: “Qasimlo rêya te berdewame, bijî Rasan û Qasimlo namirî, li 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin, û herwisa bi wê boneyê, serdana tirba şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê kirin û digel şehîdan peyman nûkirin.
Hevdem tekoşerên Demokrat li bajarê Bokan, li cihên wekî: “Parka Sahilî, Çiyareş, Milet û koy Mihemed” çalakiyên banghêjî lidar xistin, û herwisa di salon û xwendingehên ku ceribandina konkor tê de bi rê ve çûye, dehan tirakt û “SÎ DΔ belavkirin.
Herwisa, endamên Hizb bi dehan pifdanokên şîn di asimanê bajarê Bokanê de balavkirin û bi wan çalakiyan hisa xelkê zîndî kirine.
Her di vê pêwendiyê de, rêvîngên rêbaza Qsasimlo, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li “Dize ya Mirgewer” liser rêya “Jarava, Lulkan, Kanî Sipî, Eynerûm, Gulmaweran” geliyê Qasimlo û devera Deştebêl”, tirakt û posterên taybet bi wê rojê belavkirin.
Herwisa endamên PDKÎ, li meydana “Azadî” a bajarê Tehranê, yad û navê Duktor Qasimlo, bilind ragirt û bi wê boneyê jî, çalakiyên banghêjî lidar xist.