Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî li bajarên Pawe û Seqizê de bi rê ve çûn

17:07 - 21 Tebax 2021

Xortên Demokrat bi piştevanîkirin li Partiya Demokrat li 2 bajarên “Seqiz û Pawe”yê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Paweyê li şeqama “Dere Nîşe û Kemerbendî”yê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Di wan çalakiyane de, Pêşmergên Bajar ên bajarê Paweyê belav kirine ku amadeyê cîbecîkirina her erkekî Hizbî ne û piştevanî ji PDKÎyê dikin.

Di berdewamiya çalakiyên endamên PDKÎ li bajarê Seqizê de bi hilkefta salvegera “Fitwaya Xumêynî” li dijî gelê Kurd li 28ê Gelawêjê, tevî mehkûmkirina vê Fitwaya Xumêynî, arma PDKÎyê belav kirin.

Beşek ji wan cihên ku çalakiyên banghêjiyê hatine lidarxistin ew in: “parka şar, paygaha moqawimeta hecî, parka kewser, meydana Dr. Qasimlo, kitêbxaneya giştî ya parka bajar û Qere Çiyava”.