Kurdistanmedia: Nîştimanperwerên Demokrat li bajarên Rojhialta Kurdistanê, çalakiyên berfireh yên teblîxî lidar xistin.
Pêşmergeyên Bajar û alîgirên PDKÎ, bi belavkirina tirakt û hildana alaya Kurdistanê, li bajarên wekî Urmiye, Pîranşar û Bane, piştevaniya xwe li pêşmerge û Rasana Rojhilatê ragihand in.
Di berdewamiya van çalakiyan de, endamên Partiya Demokrat, li dijî Spaha Pasdarana terorîst, sedan tirakt û postêr li cihên girîşt belav kirin.
Ev cihên girêdaiy bajarê Urmiye ku çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin wiha ne, “gundê Nazlo, Kerêz, Kûre û Tazekend, yên girêdaiy devera Enzel in, û gundên wekî Sincî û Xirabe jî ser bi devera Kinaberoj in û gundên Qerelel û Kusehmed, Balo û Xaneqya Sor in.
Rasaniyên Rojhilat, li van cihan, postêrên ku ji aliyê dezgeha Rêkxistin a Giştî ya PDKÎ hatibûne amadekirin belavkirine.