Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bi hilkefta 22ê Pûşperê bi awayên cur bi cur bi rê ve diçin

12:00 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di 33emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li 22ê Pûşpera sala 1368an a Rojî li bajarê Viyenê, li gundên “Sîngan û Bêmzurtê” bi awayên cuda ji vê rojê rêz hat girtin.

Endam û alîgirên PDKÎ, li gundên“Sîngan û Bêmzurtê”, rêz ji yada şehîd “Dr. Qasimlo” û hevalên wî girtin û bi vê hilkeftê çalakiyên bangeşeyî bi rê ve birin û di vê çalakiyê de dengê şehîd “Dr. Qasimlo”  û sirûda “şehîd şehîd” li ser bilidgoyên mizgevtan belav kirin.

Herwisa di vê çalakiyê de alaya Kurdistanê bilind kirin û dîwarên wan du gundan bi alaya Kurdistan û logoya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” xemilandin.

Belavkirina dengê şehîd “Dr. Qasimlo” li ser bilindgoyên mizgevtan bi awayekî bûye ku dengê Dr. Qasimlo li seranserê wan du gund hatiye bihîstin û bûye cihê dilxweşî û dilgermiya xelkê û hogirên azadiya Kurdistanê.

Bi wî awayî endamên PDKÎ di wan du gundan de, tevî nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê û bi taybet “şehîdên Viyen”ê, soz dan ku heta gihîştin bi armancên şehîdan û gihîştin bi encama xebata rewa ya gelê Kurd, vê rêbaza pîroz bidomînin û amade ne di vê pêxemê de her nirxekê bidin.