
Kurdistanmedia: Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” derheqê çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di navxweyî welat de haydariyek belav kiriye.
Deqa haydariyê wiha ye:
“Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di doma çalakiyên xwe de, yên di nav xweyî welat de, roja Yekşemî 24`ê Pûşpera 1397`an, çûne nav gundê “Dereziyaret”a serê ya girêdayî devera “Serşîw” a bajarê Seqizê, û digel pêşwaziya germ û bê hempa ya xelkê deverê rûbirû bûn.
Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ragehandiye ku: Ji aliyê Fermanderê pêşmergan ve ji bo xelkê vê deverê civîn hatibû lidarxistin û bîr û yada şehîdê mezin, “Dr. Qasimlo” yê nemir bilind hate ragirtin.
Fermandariya hêza pêşmerge di vê civînê de bas ji qonaxa xebata me ya bi navê “Rasan”ê kir, û derheqê erk û wezîfeya xelkê û pêşmerge di vê derheqê de tekez kir.
Piştî tewawbûna vê civînê, pêşmergên Kurdistanê li ser banê mizgevta wî gundî alaya pîroz ya Kurdistanê hildan, û ji bo domandina kar û çalakiyên xwe ev der bi cih hêlan.
Fermandariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” herwisa ragehandiye ku: Di roja Sêşemî 25`ê Pûşpera 1397`an, kirêgirtî û caşên rejîma komara Îslamî ji tirsa hebûna “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” rjiyane nav vî gundî û hevdem digel anîna xwarê a alaya pîroz ya Kurdistanê, çend kes ji xelkê vî gundî binçav kirine.