
Kurdistanmedia: Hewleke çandina daran li bajarê Pîranşarê bi alîkariya jîngehparêzan û mamostayên wî bajarêî hate lidarixistin.
Roja Pêncşemî 22`ê Xakelêwey(11`ê Nîsan)`ê, jîngehiparêzên bajarê Pîranşarê, di hewleke çandina daran de, dehan şitil çandin.
Di vê çalakiyê de, bi silogana “Berû nasnameya zagirosê ye biparêzin” hate birêve birin, û komek ji çalakvanên jîngehparêzî, mamostayên xwendingehan û herwisa mamostayên Olî jî, beşdar bûn.
Di heyama çend mehên borî de, pîlanên rejîma Îranê bo jinavbirina jîngeh û sirûşta Kurdistanê, hemû sînoreke exlaqî û mirovî derbaskiriye, her bi wê sedemê jî, jîngehparêzên Kurd li bajarên Kurdistana Rojhilatê bi awayên cuda û bi çalakiyên xwe, bi çandina şitilan û nemaze Berû, hewla zindî ragitina jîngeha Kurdistanê didin.