Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên pêşmerge li rojnameyên welatê Norwêjê Deng veda

18:47 - 13 Nîsan 2021

Rojnameya “Otrup” ku bi yekem rojnameya çandî û pirxwênere  li welatê Norvîjê û çalakiyên wê rojnameyê li Norvêjê bi rêya televîzîyon û malperên înternetî û çapkirina rojnamê ve tê belavkirin û xwediyê nêzî 30 hezar alîgir li tora civakiya “Facebook”ê de ye, gotarek li ser Newroza Kurdî û wateya Newroz û şêwaza birêvebirina rêûresma Newroz li Rojhilatê Kurdistanê, belav kiriye.

Di berdewamiya gotarê de, bi mifahvergirtin ji malpera “Kurdistanmedia”yê wekî çavkanî, îşare bi vê yekê kiriye ku, Newroza îsal cudatir ji salên derbasbûyî di Rojhilatê Kurdistanê de, reng û bêhneke din  hebûye û ew jî, bi sedema çalakiyên pêşmergeyên PDKÎ li çendîn bajar û deverên Kurdistanê bûye.

Li vê gotarê de, îşare bi tundûtîjiya rejîmê li dema binçavkirina ciwanên Kurdistanê di rojên piştî Newrozê de hatiye kirin ku, bi sedema beşdarbûna wan li rêûresma Newrozê de.

Di pareke din a vê gotarê de, bi hûrî bas ji Rasanê hatiye kirin, Rasan wekî projeyeke hemûalî ya xebata nasnamexwaziya Kurd hatiye binavkirin ku, armaca vê di pileya yekem de, hemberderketin li dijî rejîma Îslamî û piştre, rêkxistina xebata bajar û bihêzkirina çiya wekî piştewanê bingehîn ê hêza bajar naskiriye.

Di vê gotarê de, bas ji Rasanê wekî projeyek bona bi çalîşkişandina sîstema desthilat ên li 100 salên derbasbûyî li bin hukumdariya 2 dîktatoriyên şah û Melayan, hatiye kirin. Herwisa li vê raporê de hatiye ku, Îran wekî welatekî çend neteweyî ku zêdetir ji %60 a nifûsa Îranê ji netewên tepeserkirî yên ne-fars pêk hatiye. Fars wekî take neteweya desthilatdar, hemû neteweyên din ji mafê herî destpêkî, bêpar kirine û îzna dabeşkirina desthilatê jî nade wan netewan.

Herwisa bi vê şêwazê, û bi naverokeke din, rojnameya “Radical Portal”a Norvêjê, raporeke dûr û dirêj li ser Newroz û çalakiyên pêşmerge li Newrozê, di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de belav kiriye.

Rapor ku çendîn wêneyên hilkirina agirê Newrozê û keçên bi camaneliser hatiye xemilandin û di dawiyê de jî, kurte fîlmeke pêşmerge bi raporê ve zêde kiriye.

Belavbûna wan 2 babetan di ragihandinên Norvêzê de, bûye cihê balkêşan û baskirin û daxwaza xwênerên Novêjî û piştewaniya wan ji xebata Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.