Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên piropagende li Kurdistanê hatin lidar xistin

18:56 - 4 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat, li bajarên Kurdistanê, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tevî zalbûna rewşa ewlehî û awarte  li ser deverên Kurdistanê, xebatkar û bivêrên Demokrat li bajarên wekî, Sine û Bokanê û herwisa li gundê Nêiy a girêdaiy bajarê Merîwanê bi awayekî berfireh, salroj û navê rêberê navûdeng ê Kurd, Dr. Qasimlû, bilind ragirtin û bi vê hilkeftê çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Endamên Partyia Demokrat li bajarê Sine, sedan tirkat û potêrên taybet bi rêberê şehîd, bo bilind nirxandina navê pêşmerge û bêzarî li rejîma dagîrkar a Îslamî a Îranê, li cihên giştî ên vî bajarî belav kiribûn.

Hevdem, endamên PDKÎ li gundê Nêyî, a girêdayî bajarê Merîwanê, bi belavkirina wêneyên rêberê nemir şehîd “Dr. Qasimlû, û bi nivîsîna siluganên wekî: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, bijî Rasan, û bijî Qasimlû” çalakiyên piropagendeyî, lidar xistin.

Herwisa, xebatkarên Demokratê, li bajarê Bokanê jî, bi nivîsîna siluganên wekî: “Bijî Hizba Demorkat, û Qasimlû namirî”, piştevaniya xwe li PDKÎ û Rasana Rojhilatê dûcarî kirin.