Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên piropagendeyî li Kurdistanê berdewam in

17:53 - 18 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarên Kurdistanê çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 27`ê Cozerdana 1398`an, tekoşerên Demokrat li bajarên Mehabad û Bokanê, bi hilkefta nêzîkbûna 30.mîn salroja terorkirina rêberê hertim  zindî yê gel, “Dr.Qasimlû” û piştevanîkirin li PDKÎ, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Endamên Partiya Demokrat, li bajarê Mehabadê, li kolana “Baxê Şaygan” bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina rêberê mezin yê gelê Kurd, “Dr.Ebdullrehman Qasimlû” bi nivîsîna siluganên wekî,”bijî Qasimlû û Qasimlû rêya te berdewame” bi awayekî berfireh, bîranîn û navê rêberê navûdeng ê Kurd bilind ragirtin û çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Hevdem xebatkarên Demokrat, li “Mîrava” ya bajarê Bokanê, bi nivîsîna siluganên wekî: “Bijî PDKÎ û serkevtin bo Rasanê” çalakiyê piropagendeyî bo piştevanîkirin li pêşmerge û PDKÎ, lidar xistin.