Kurdistanmedia: Endamên Partiya Demokrat li bajarê Sine çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.
Li gorî nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pênçşemî 23`ê Cozerdana 1398`an, pêşmergeyên Bajar û endamên PDKÎ, bi hilkefta 22`ê Pûşperê salroja terorkirina rêberê jêîhatî yê neteweya xwe, “Dr.Qasimlû”, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat, li çiyayê Awyera girêday bajarê Sine, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet, peymana xwe digel armancên bilind ên rêberê hertim zindî nûkirin.