
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat, çalakiyên berfireh yên piropagendeyî bi hilkefta nêzîkbûna salroja şehîdkirina “Dr. Qasimlû” lidar xistin.
Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Urmiyê, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina rêberê mezin yê Kurd “Dr. Qasimlû” û hevalên wî, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê û danîna cemedaniyê li ser çiyayê Aşoş a girêdayî gundê Nenasê, çalakiyên piropangendeyî birêve birin.
Xebatkarên Demokratê bi vê hilkeftê, li gundên wekî: “Zêve a girêdaîy Diza Dulê, gundê Nesrabad, Şeytanabad, Jarava, Qamişlû û Naznazê, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin, û terorîzima rejîma Komara Îslamî şermezarkirin û peymana emegnasî û berdewambûn li ser rêbaza tijî li serbilindî ya şehîdên Kurdistanê nûkirin.