Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên piropagendeyî yên xebatkarên Demokratê dagîrkaran diçemînin

18:41 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên dilsoz ên PDKÎ, bi lidar xistina çalakiyên piropagendeyî, careke din çokên dagîrkarên Kurdistanê çemandin.

Roja Duşemî 20`ê Cozerdana 1398`an, (10`ê Hezîrana 2019`an), xebatkarên Demokrat li devera di navbera bajarê Sine û Merîwan, bi helkevta 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina “Dr.Qasimlû, bi daliqandina alaya Kurdistan û belavkirina 446 postêr, tirakt û logoya Pêşmerge ” çalakiyên berfireh ên piropagendeyî lidar xistin.

Çavnetirsên Demokrat di wê çalakiyê de, di roja ronahî de û bi awayekî cesorane li çiya û gundên wan deveran çalakiyên piropagendyî lidar xistin, ku ji aliyê rejîmê ve wekî cîhên stratîjî tên naskirin.

Endamên dilsoz ên Hizbê, ew tirakit û postêr, li cihên geştyarî ên wekî: Xanebax û herwisa li ser rêyên serekî belavkirin.

Ew cîhên ku çalakî hatine lidarxistin wiha ne: “Devera Kelaterzan a girêdayî bajarê Sine, gundê Miyane, gundê Zonc, gundê Nêzil, gundê Sûrkewil, gundê Bîyer, gundê Giliye, çiyayên Pîyaze, Kuremiyane, Xuşîl, Gemor û Kanî Gewin.

Nîştimanperwerên Demokrat li bajarên Kurdistanê, bi encamdana çalakiyên piropagendeyî, hêz, moral û baweriya pola ya xwe bo piştevanîkirin li pêşmerge û xebata rizgarîxwazî ya xwe û parastina serweriya wî gelê hatî tepeserkirin, nîşan didin û wekî erdhejekê dilê dagîrkaran pê dihejînin.