Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebiîxî bo piştevanîkirin li pêşmerge berdewam in

13:38 - 11 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Bokanê bo piştevanîkirin li Hêza Pêşmerge, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Çalakvanên siyasî û endamên PDKÎ li çiyayê Naleşkêne û kolana Mecbûrava a bajarê Bokanê, bo piştevanîkirin li xebata pêşmerge  û Rasanê çalakiyên tebilîxî birêve birin.

Endam û alîgirên PDKÎ, bi nivîsîna siloganên wekî “bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”, “bijî Rasana Bajar” û herwisa “hildana alaya Kurdistanê û cemedaniyê”, piştevaniya xwe ji PDKÎ ragehandin.

Hêjayê basêye ku, piştî bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ji aliyê Amerîkayê, endam û alîgirên PDKÎ bi nivîsîna siloganên wekî “Spah terorîste” piştevaniya xwe derheq vê biryarê nîşandane û bi encamdana wî karî nîşandane ku Spaha Pasdaran li Kurdistanê tu pêgehek tunîne û hertim wekî terorîst çav lêkirine.