
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di navxweyî welat de, bi encamadana kar û çalakiyên tebilîxî, peyman digel şehîdên “Viyenê” nû kirin.
Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarê Kirmaşan û gundên bajarê Seqizê de, bi boneya 29.mîn salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, çalakiyên tebilîxî hatin encamdan, û peymana emegnasiyê digel şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Di bajarê Kirmaşanê de cihên ku çalakiyên tebilîxî encamdane wiha ne: “Kolana Hafiz a Kirmaşanê, û bajaroka Rûdekî”.
Herwisa xebatkarên PDKÎ, di gundên “Qarawa” û “Karêze” ya girêdayî bajarê Seqizê de jî, çalakiyên tebilîxî encam dan.