Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî di Kurdistanê de berdewam dikin

12:16 - 22 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Xelkê xebatkar yê Kurdistanê ji bo piştevanîkirin ji xebata rewa ya gelê me û peyman nû kirina digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, çalakiyên cuda yên tebilîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê, bi awayên cuda çalakiyên tebilîxî encam didin û piştevaniya têkoşîna Hêza Pêşmergê Kurdistanê dikin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Pîranşarê li gundê “Xurînc” û “Kêlesîpan”ê bi hildana alaya Kurdistanê, peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Hevdem soz dan ku, heya gihîştin bi armancên şehîdên Kurdistan û gel, dev ji xebat û têkoşîn ber nadin.