
Kurdistanmedia: Xebatkarên riya azadiya Kurdistanê ji bo piştevanîkirin ji Partiya Demokrat û pêşmergeyên Kurdistanê, li bajarê Kurdistan û Îranê çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgêrên PDKÎ di Kurdistan de, li bajarên wekî Bokan û Sine û herwisa li parêzgeha Mazenderanê li bajarê Ramserê jî çalakiyên tebilîxî encam dan.
Xebatkarên Demokrat di van çalakiyan de, bi nivîsîna siloganan, belavkirina tirakt û postêran digel rêbaza şehîdan û xebata Partiya Demokrat peyman nû kirin.
Xelkê xebatkar yê Kurdistanê bo piştevanîkirin ji xebata rewa ya gelê xwe bi piştevanîkirina Partiya Demokrat bi berdewamî çalakiyên tebilîxî bi awayên cuda encam didin.