
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Kirmaşanê çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, : Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 11`ê Banemerê roja jidayîkbûna “Pêşewa Qazî Mihemed” û piştevanî li Partiya Demokrat û berdewamiya xebata Rasanê, çalakiyên teblîxî li bajarê Kirmaşanê lidar xistin.
Di wan çalakiyan de, li “Taqwesan” a bajarê Kirmaşanê, tekoşerên Demokrat bi nivîsîna siloganên wekî: 11`ê Banemerê, roja jidayîkbûna “Pêşewa Qazî Mihemed” pîroz be, Rasan berdewame, bijî PDKÎ û herwisa bi belavkirina tirakit û postêrên taybet çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Di heyama çend rojên borî de, endam û alîgirên PDKÎ, bi berdewamî li bajarên Rojhilata Kurdistanê, û bi awayên cuda bo piştevanî li PDKÎ û Rasana Rojhilat û hêza pêşmerge, çalakiyên teblîxî birêve birin û ew çalakiyane rejîma Îranê bêzar kiriye.