Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî li Kurdistanê berdewam in

16:42 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Şeva Înê 30`ê Xakelêweyê endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê û çendîn gundên derdora wî bajarî, çalakiyên tebilîxî li dijî Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê birêve birin.

Endam û alîgirên PDKÎ, tirakit û postêrên taybet bi “terorîst nasandina  Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ku ji aliyê saziya giştî a PDKÎ ve hatiye belavkirin di nav bajarê Seqizê li cihên wekî, Kerîmava, pişta gurstanê, Se`idî, Şanaz, Salihava, Sîlo, Neşmîlan, Kanî heyasbeg, û Hacîava, Ustad Şîrazî, 32 metrî, şehreka Golan, şehreka Azadigan, Xwendingeha Farabî, Rûdekî, kolana avahiya pêşnimêjê Înê û herwisa gundên wekî, Çûmelû, Tomarqamîş, Berçem, Qişlaqî, Rezav, Kultepe a Cehangîrxan belavkirin.

Hevdem, endam û alîgirên PDKÎ, li devera Jawaro a ser bi parêzgeha Sine, li gundê Tevrywerê jî çalakiyên tebilîxî encam dan.

Xebatkarên Demokrat li gundê Tevrywer a girêdayî devera Jawaro a ser bi parêzgeha Sine, bi danîna cemedanî û golên Şilêre, û belavkirina wêneyên şehîd Efşar Sorebûme, û şehîd Mehdî Tevrywerî çalakiyên tebilîxî lidarxistin.

Endamên hizbê bi encamdana çalakiyan, ev rastiya dubare selmadin ku, bîr û rêbaza şehîdan hertim li bîr û hizra mede ye û heya bidestveanîna armancên bilind yên van,ji xebat û têkoşînê dev ber nadin.