Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarên wekî, Seqiz û Bokanê çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat li bajarê Seqizê, bo piştevanîkirin li PDKÎ û berdewamiya xebata Rasanê çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat bi siloganên wikî: Bijî PDKÎ, Rasan sedema yekgirtina gele, Rasan zaminê serkevtina gele û Rasan dijî taritiyê berdewame, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Herwisa xebatkarên Demokrat li bajarê Bokanê jî, çalakiyên teblîxî birêve birin.
Ciwanên jêhatî û çavnetirs yên bajarê Bokanê, tevî daliqandina alaya Kurdistan û bi xwîna xwe navê PDKÎ li ser alaya Kurdistanê nivîsîn, û bi wî awayî soz û emegnasiya xwe nîşan dan.
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi encamdana çalakiyên tebilîxî li bajarên Kurdistanê, piştevaniya xwe li bizava rizgarîxwazî ya Kurd û aciziya xwe li rejîmê nîşan didin.