Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî li Mehabadê berdewam in

18:18 - 30 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Mehabadê bi lidarxistina çalakiyên tebilîxî piştevaniya xwe li Partiya Demokrat û bêzarbûn li terorîstên rejîmê nîşan dan.

Endam û alîgirên PDKÎ, bi nivîsîna dirûşmên taybet bi şermezarkirina Spaha Pasdaran a terorîst a rejîm û piştevanîkirin li xebata pêşmerge û PDKÎ bi gijî dagîrkaran çû.

Her di vê çalakiyê de, li bajarê Mehabadê, xebatkarên Demokrat bi nivîsîna dirûşmên wekî: Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Rasan berdewame û mirin û neman bo Spaha Pasdaran a terorîst, çalakiyên tebilîxî birêve birin.

Di heyamên derbazbûyî de, endam û alîgirên PDKÎ bi awayekî cuda li bajarên Rojhilata Kurdistanê bo piştevanîkirin li Partiya Demokrat û Rasana Rojhilat û Hêza Pêşmerge, çalakiyên berfireh yên tebilîxî birêve birin, û ev çalakiyane rejîma Îranê bêzar kirine.