Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 2ê Rêbendanê berdewam in

13:24 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Ciwanên Demokrat li çalakiyên teblîxî yên bi boneya 2ê “Rêbendan”ê berdewam in û tekezî li ser soza xwe digel armancên Komara Kurdistanê  dikin.

Li gundê “Hersîn” a girêdayê bajarê “Merîwan” ê, ciwanên Demokrat 2ê “Rêbendan”ê pîroz kirin û rêz li wê roja dîrokî girtin.

Li gundê “Niyer”ê, xortên Demokrat bi strandina sirûda “EY REQÎB”, 2ê “Rêbendan”ê pîroz kirin.

Li bajarê “Bokan”a Demokratperweran çalakiyên teblîxî berdewam in.

Li “Sine ya Xwînavî”, xortên Komara Kurdistanê, serdana tirba şehîdan kirin û soza xwe digel rêbaza wan nû kirin.

Li bajarê “Pîranşar”ê, qehremanên Demokrat çalakiyên teblîxî bi rê ve birin û salvegera avakirina Komara Kurdistanê bilind nirxandin.

Li bajarê “Nexedê” rêvîngên Demokrat, Alaya Kurdistanê bi hilkefta 2ê “Rêbendan”ê, bilind kirin.

Li bajarê “Şino”, emegdarên rêbaza şehîdan bi nivîsandina durişmên taybet bi 2ê Rêbendanê, salvegera avakirina komara Kurdistanê pîroz kirin.

Li bajarê Banê, evîndarên rêbaza “Pêşewa” tekezî li ser soza xwe digel rêbaza Komara Kurdistanê kirin û Ala ya Kurdistanê li ser bilindahiyên  wî bajarî hildan.

Li gundê “Derekê”, qehremanên Demokrat, salvegera 2ê Rêbendanê, pîroz kirin.

Li “Boriyer”ê ciwanên Demokrat tekezî li ser soza xwe digel armanca “Şehîdên Kurd û Kurdistanê” kirin.

Li bajarê Urmiyê, rêvîngên rêbaza “Pêşewa” li gundê “Enbê” a devera “Tirgewer” û herwisa li ser rêka “Welinde, Şehreka Şehriyar, Sêrêyana Welind û Welindeya xwarê”, bi hilkefta 2ê “Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.