Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo di Kurdistanê de dirêje heye

21:46 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarên Urmiy, Mihabad, Sine, Bane , Bokan, Qesrî Şîrîn, Şahabad, Kirmanşan, Kamyaranê de çalakiyên teblîxî bi awayeke berfireh tirakt, pûster û CD û daxuyaniya komîsyona Teşkîlatê, bi rêve birin.

Ew cihên ku çalakî tê de bi rêve çûne pêk hatine ji:

Urmiye

Çalakiyên endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di Urmiyê de bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî berdewam in.

Rêvîngên rêbaza Qasimlo li kolanên Kemrbenda Urmiyê bo Selmasê, Zanîngeha Urmiy, Nazlû, Qereleya Nazlû, dunê Sincî, Hisar di devera Kine Beroja, feleka Muders, nexweşxana rewanpizişkî ya Urmiyê û Kuştarga, çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Xiyebana Apadana, Qehweqebax, şehreka Terzilû, mizgewta Mihemed Resûlullah û tirmînala Sêro, navê wan cihane ku evîndarên rêbaza Dr. Qasimlo di Urmiyê de bi awayeke berfireh tirakt, pûster bilav kirin.
Kamyaran

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Kamyaranê bi bilavkirina pûster û tiraktên taybet ên komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ di nav bajar de bîra şehîdên 13’ê Tîrmehê bilind nirxandin.

Nexweşxana Sîna û derdora wî, Ferhengsera, Şeqama Kirmanşan, Şeqama Sine, Derdora Ban Tepe, Mizgewta Omer û meydana bi navê Îmam Xomênî, navê wan cihane ku di bajarê Kamyaranê bi hinceta 22’ê Pûşperê , 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakî têde encam dan.

Kirmanşan

Endamên PDKÎ di Kirmanşanê de daxuyaniya komîsyona Teşkîlat a PDKÎ bi boneya 13’ê Tîrmehê 25’emîn salvegera şehîdên Viyenê bi awayeke berfireh bilav kirin.

Sine

Demokratperwerên bajarê Sine û endamên PDKÎ derûşm, tirakt, pûstrên taybet ên komîsyona Teşkîlatê li şeqamên jandarmêrî, meydana Azadî, Şeqama Dr. Qasimlo, taxa Axazemanm Golşen, Şerîfava û Ebasava bilav kirin.

Pîranşehr

Di roja 5’ê Tîrmeha 2014’an de, endamên PDKÎ di Pîranşehrê de çalakiyên teblîxî bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo, li şeqama Donexor, Mihemd Hewraz, Pîran mengur û Kesekeran bi rêve bir.
Mihabad

Endamên PDKÎ li bajarê Mihabad bi awayeke berbilav şalakî bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdullah Qadirî Azar bi rêve birin. Navê ew cihên ku çalakî tê de hatine encam dan pêk hatine ji:
Parka şar, seyrangeha Baxê Mikayîl, taxa baxê Sîse, Naxê Şafêyî, Mecbûravaya jêrîn û jorîn, Seyîdava, Dola Kirwîşk, Berî Şîlan, baxê Şayîgan, Kolana mamlê, Şeqama Qebrê Qazî, zewiyên belediyê, gimtika Qazî, beharistan, Şehrek, Kolana Hejar, Mehmûdekan, Muriyan, Azadigan, Ferhengistan, Gumruk, Rêya Zezîre.

Bane

Roja Şemî bervara 5’ê Tîrmeha 2014’an, endamên PDKÎ û rêvîngên rêbaza demokrat bi hinceta 13’ê Tîrmehê li ser çiyayê Arbaba, alayekî mezin a Kurdistanê bi dirêjahiya 3 metir bilind kirin ku heta paşnîveroya roja Yekşemî her mabû.

Herwisa endamên PDKÎ di nav tonêla kelî Xan, Silêman Beg, bazara nav bajar, bazara Serfiyan, piraniya tirombêlên barhilgir tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ bilavkirin.

Bokan

Di bajarê Bokanê de demokratperwerên rêbaza Qasimlo û şehîdên rêya rizgariya kurdistanê, çalakî bi awayê curbacur di wan ccihane de bi rêve birin:
Seyrangeha Kêwreş, Seyrangeha Kose, Çarrêya Eskenderî, meydana Sîgar firoşan, sê rêya Hacî şehab, şeqama Biheştî û parka Sahilî.

Qesir Şîrîn

Derdora polîsrah, şeqama Tûba, parka giştî, derwaza bajar, karaca giştî bo Kirmanşanê, rêya Perwîz Xan û şeqama Dr. Qasimlo, navê ew cihên ku di bajarê Qesir Şîrînê çalakî hatine encam dan û bîra şehîdên 13’ê Tîrmehê bilind nirxandin.

Şahabad

Di bajarê Şahabad a ser bi parêzgeha Kirmanşanê de, piraniya kolan û taxên nav bajar û bexşa Gehware bi derûşmên taybet û tiraktên komîsyona teşkîlatê bi hinceta 25’emîn salroja şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî xemilandin.

Endamên PDKÎ di bajarê şahabadê de bi awayeke berîn li hemû kolan û cihên giştî ew çalakiyane bi rêve birin ku dengdanekî berfireh di nav xelkê deverê de hebû.