Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo + Wêne

20:47 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî ji aliyê dîptolat terorîzên rejîma Îranê ve, li bajarê û gundên Kurdistanê berdewam e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, tekoşerên PDKÎ di Nexedê, Şino, Sewlawa, Sine, Seqiz, Urmiy û Mihabadê de bi boneya 22’ê Pûşperê çalakiyên teblîxî kirin.

Mihabad

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di devera Şarwêranê de bi hineta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo çalakî bi rêve birin.

Rêya Darlek, gundên Lec, Xurxur, Gapîs, Hacî Xoş, Tirşekan, Kêç ava û sêrêya Tirşekan, navên wan cihaneye ku di bajarê Mihabadê de bi bilav kirina tirakt û pûsterên taybet bi awayeke berfirah, 22’ê Pûşprê bilind nirxandin.

Urmiye

Endamên PDKÎ di bajaê Urmiyê de bo cara çendemên çalakiyên teblîxî bi boneya 25’emîn salroja şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî bi rêve birin.

Endamên PDKÎ li gundê Jara ava û derdora wî û herwiha hemû kolan û bazarên wî gundî bi nivîsîna derûşm çalakî kirin.

Seqiz
Bervara 8 û 9’ê Tîrmeha 2014’an, endamên PDKÎ bi nêzîkbûna salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Seqzê bi awayeke berbilav çalakî bi rêve birin.

Nivîsîna derûşm li ser kolan û şeqamên bajarê Seqizê bi vî awayê bûne:

Tax û kolanên neşmîlan, Kuştargah, Kutargaha qedîm, Rûdekî, feleka nexweşxaneya Temîna Îctemayî, şehreka Golan, şehreka Ferhengiyan, û beşek ji Azadiganê.

Herwiha li şehreka Danşgah, Beharistan, şeqama Sedî, Sîlo, Kerîm ava, şanaz, Hemalava navê beşek din ji wan cihên ku li bajarê Seqizê bi hinceta 22’ê Pûşprê çalakî tê de hatine kirin.

Çalakiyên teblîxî bi awayeke berfirah di asta bajarê Seqizê de dangdanewe daye û bi vî cirî ku kirêgirtiyên rejîm ketibûne kom kirina wan çalakiyane.

Di wê pêwendiyê de roja Çarşemî 7’ê Tîrmeha 2013’an, hêzên rejîm dest bi ser motora hemwelatiyan girtiye û bi hemû dûkanan ragehandiye ku her kes “Rengê espêrî” dikire, dibe navû nîşanê wî wergirin û radestê îdareya Îtilatê bikin.

Li gor wê raportê, rejîm li cihê giştî kamêra daniye û bi danîna geryana şev û rojan di kolan û şeqman de, hewl didin hemwelatiyan bitirsînin.

Bi vî awayê jî rêvîngên rêzaba demokratê û şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîsbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî bi rêve birin û bi germî ji aliyê xelkê ve pêşwazî jê hat kirin.

Sine
Bervara 8’ê Tîrmeha 2014’an, endaman û dostên PDKÎ di bajarê Sıneya xwînawî çalakiyên teblîxî bi bilav kirina tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona Tşekîlatê a PDKÎ bilind nirxandin.

Termînala tehranê, şehreka Zîba, Şeqama Edeb, Beharan fazê 1 û 2, derdora zanîngeha Kurdistanê, perwerde û hînkirin a nahyeya 2, deftera fenî, hacî Ava, meydana Kûhnewerd, şeqama Dr. Qasimlo, kolanên Qetarçiyan, şeqema Xefûr, şehreka Se’dî Qazî 2, Sertepole, kolanên Feyîava, mizgewta Camî’e, navên wan cihên ku li bajarê Sine şalakî têde hatine kirin.

Herwiha endamên PDKÎ nêzî bi 500 mesac bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bo hemwelatiyan rêkirin.

Sewlawa

Endamên PDKÎ li gundên Nigil, Çeşmîder, Berqirû, sêrêya Lengerêz, cadeya Sıne bo Merîwanê, sêrêya Bêsaran û Jan û gundê Boryer, bervara 8’ê Tîrmehê çalakî bi rêve birin.

Şino

Roja 5’ê Tîrmeha 2014’an, endamên PDKÎ û tekoşrên azadiya Kurdistanê, di devera Deştebêlê de çalakî bi rêve birin.

Di gundên Sê Kanî, Sîwan, Sêrêya Sê kanî, Hotêl û mêhvanxana Eyîne Rûm, Kanî Sipî, Girke Gûr û Gul Maweranê de endamê PDKÎ bi tirakt û pûster ên teybet bi 13’ê Tîrmehê, çalakî kirin.

Nexede

Tekoşer û dostên demokratê li nav bajarê nexedê bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên teblîxî encam dan.

Naheya Dezgeh, Ferhengiyan, derdora mizgewta Emîr Husênî, meydana topanê a Kawiyan. Şeqama Îsmaîlabad û derdora mizgewta Hacî Ezîz, navên ew cihên ku li bajarê nezedê û derdora wê çalakî hatine kirin.