
Kurdistanmedia: Xelkê xebatkar û şoreşger yê Kurdistanê, bo piştevanîkirin ji Partiya Demokrat û peyman nûkirina digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, li ser encamdana çalakiyên tebilîxî berdewam in.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bi armanca peyman nûkirin digel rêbaza şehîdên Kurdistanê û xebata rewa ya PDKÎ, di gund û bajarên Kurdistanê de çalakiyên teblîxî encam didin.
Xebatkarên Demokrat li bajarê Pawe,li hemberî binkeya leşkerî (pasgah) a “Melander” a gundê Kumire a Pawe, riya di navbera Pawe û Newsûd û çemê Necar, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat di encamdana van çalakiyên xwe de, siloganên wekî, “rêbaza şehîdan heya gihîştin bi armancên wan berdewam dike, rêbaza Qasimlo berdewam dike, Rasan berdewam e, Şerefkendî namirî hertim digel me yî, û Rasan mezinahiya Rojhilatê ye”, bi vî rengî piştevaniya xwe ji PDKÎ re ducarî kirin.