Endam û alîgirên PDKÎ di bajar û gundên Kurdistanê de bi hilkevta 22ê Pûşperê û bilind ragirtina salroja şehîdbûna “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, çalakiyên teblîxî bi rêve birin.
Endamên PDKÎ, Ser êvariya roja Dûşemî, 6ê Tîrmehê, çalakiyên teblîxî di bajarên Bokan, Pîranşar, Nexede, Merîwan û Sine”yê de lidar xistibûn.
Qeheremanên demokrat bi nivîsandina diruşman, belavkirina trakt û posterên taybet bi 22ê Pûşperê, û herwisa di bajarê Bokanê de, parçe helbestekê xwendin.
Diruşmên wekî : “Qasimloyê mezin yê Kurdistanê Ti caran di dilê mede namire” û hin diruşmên dinê dipiraniya dever û tax û gundên wan bajaran de hatine belavkirinê.
Çalakwanên Demokrat bi wan bi wan çalakiyê xwe yên teblîxî, carek din digel rêbaza “Qasimlo”yê nemir soz û peymana xwe nûkirin.