Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî di Kurdistanê de bi hilkevta 22ê Pûşperê berdewamin

18:55 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi hilkevta 22ê Pûşperê, 31emîn salwegera terora “Rêberê Navdarê Kurd”, “Dr. Qqasimlo” di bajar û dewerên Kurdistanê de, çalakiyên teblîxî bi rêve çûn.

Xebatkarên Demokrat di dewera “Xurxure”a bajarê “Seqiz”ê, çalakiya teblîxî bi rêve birine û di cihên wekî: “Masiyer a Şêx, Mewlanava, Kanî Seyî, Xurxure, Qişlaqa Mile, Qutlû, Rosteman, Şêxele, Dere Qûle û Selte Keltû”ya seqizê di herêma Serşîv.

Ciwanên xebatkar yên “Çem ê Mecîdxan” û “Şarvêran”ê, bi hilkevta 22ê Pûşperê, di çalakiyeke şoreşgêrane de, tablo û navê nexweşxaneya “Serçinaran”ê guhirîn bo nexweşxaneya şehîd “Şehab Heyderî” û Alaya Kurdistanê li ser hildan, her bi wê hilkevtê jî, trakt û diruşmên taybet belavkirin.

Herwisa Xortên Demokrat di “Îndirqaş, Boze, taxa Karmendan a Mihabadê, Xatûnbax, Qulqule, Guygtepe, Mecbûrava a Mihabadê, Ewlaava, Azad, taxa Fecir a Mihabadê, Serçinar û Qeregul”ê de çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Di bajarê Pîranşara Qehreman de jî, di gundê “Qelatereş”ê de, têkoşerên Demokrat bi nîvîsandina diruşmên taybet bi 22ê Pûşperê, çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Di Îlam a Demokrat de, xebatkarên Demokrat di “Avdanan”ê de çalakiya teblîxî bi rêve birin.

Di bajaroka “Nê” de, endamên rêkxistina nihênî yên PDKÎ, digel rêbaza Şehîdan soza wefadariya xwe careke din nû kirin.

Kur û keçên Demokrat di “Tengîser”ê de, digel rêbaza Şehîdan peymana xwe nû kirin.

Herwisa Qehremanên Demokrat di bajarê “Bûşêhr”ê de,bi hilkevta 22 yê Pûşperê, çalakiya teblîxî lidar xistin.