Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî ên tekoşerên demokratê di Kurdistanê de + Wêne

13:02 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanemdia: Di piraniya bajar û deverên Kurdistanê de ji aliyê endamên PDKÎ bi awayeke berfireh çalakiyên teblîxî bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bi rêve çû û peymana wefadariyê ligel rêbaza şehîd Dr. Qasimlo nû kirin.

Li gor rapora Kurdistanemdia, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî bi bilavkirina tirakt, pûster û ragehandina komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ, çalakiyên teblîxî li gund û bajarê Kurdistana Îranê de encam dan.

Dîwander

Endamên PDKÎ li gundê devera Zerîneya Hewetûya bajarê Dîwanderê çalakî kirin û pêk hatine ji wan gundane: Meran, Qûçan, Sîr, Şalîşal, Papale, Kanî Çayî û Kesnezanê.

Seqiz

Tekoşerên demokratperwer ên rêbaza nemir Qasimlo li taxên Hemal ava, Qereçî ava, Şanaz, taxên Navenda ava, Siwra Helê Îxtilaf, Bilwara Wehdet, şehreka Danişgah, Serîf ava, pişta dadgehê, Peyamnûra seqizê, Kerîm ava, Qewex, ew cihane bûn ku li bajarê Seqizê bi awayeke berfireh hatin encamp dan.

Bervara 11’ê Tîrmeha 2014’an, endamên PDKÎ ji riya navbera Seqiz bo Melqernî, alayekî mezin a Kurdistanê bilin kirin û di nav gundê Melqernî serberê bilinkirina ala Kurdistanê, dest bi nivîsîna derûşman kirin.

Tekoşerên PDKÎ û gelê Kurd, derûşmên “Qasimlo di rêbaza xwe de zinî ye, mirin û neman bo rejîma Îslamê û bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” di nav gundê Melqernî de ji aliyê rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo ve ev dirûşmene hatine nivîsandin.

Merîwan

Di bajarê Danzdesware, rêvîngên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkenî bo cara çendemîn çalakî bi rêve birin. Endamên PDKÎ bi bilinkirina ala şîn a esmanî, ala Kurdistanê, bilavkirina trakt û pûster û nivîsîna derûşmên taybet bi 22’ê Pûşperê ev çalakiyene encam dan:

Terxan ava, mizgewta Namê. Tirmînala Sine, şehreka Zagros, taxa Miyaniyekan, şeqama Newroz, meydana newroz, Serdoşiyekan, Golşen, sêriya Dadugusterî, riha navbera gundên Nijmar, Balik, Şaranî, li cihekê bi navê “Çiyayê Nizare Gewre” hilkewtî li ser riya Sine û merîwanê alaya mezin a Kurdistanê bilind kirin.

Li gundê Nene ala mezin a Kurdistanê ji aliyê rêvîngên rêbaza Qasimlo û Şerefkendî hat bilindkirin û li ser riya Nijmar – Şaranî, Helûjan, sêriya gundê Almane, gundê Çor, riya Heme Arif, derûşmên taybet ên 22’ê Pûşerê nivîsîn û tirakt û pûster bilavkirin.

Herwiha endamên PDKÎ li şehreka Hewraz, ber tile li kolanên hejmara 5, 6, 7 û 8 û şeqama 20 mêtrî a Hewraz, sêriya Len cava, Padigana Arteş kolanên Mûsk, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî hatin encamp dan.

Her bi vê bone endamên PDKÎ Bername û Pêrewa Hundirîn ye PDK Îranê bi ser xelkê de bilavkirin.

Di wê pêwendiyê de hêzên rejîm givaş xistiye ser xelkê ku diba ala Kurdistanê bîne xwarê, lê hemwelatiyê guhê xwe nedane hêzên rejîm û ev alaye heya niha jî her maye.

Urmiye

Roja Pênçşemî 10’ê Tîrmeha 2014’an, çalakiya endamên PDKÎ di bajarê Urmiyê û derdora vî de tirakt û pûster û wêneyên Dr. Qasimlo di wan cihane de bilavkirin ku pêk hatine ji:
Berandêz, gundê Corne, Rajan, sêriya Rajanê, Silîwana, Dole Pêsan. Û herwiha li ser sêriya Rajanê ala mezin a kurdistanê hat bilindkirin.

Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr.Qasimlo û hevalên wî de, kurte nameyekî taybet a komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ bo hemwelatiyan rêkirin.

Nexede

Li gundê Mîhmandar a ser bi bajarê nexedê, endamên PDKÎ di demekê de çalakî kirin ku hêzên bargeha Begem Qela a rejîm bo heyamê 10 rojan hemû şevek berdewam di şevê de digerin, lê her dîsan jî rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo û PDKÎ çalakiyên xwe bi rêve birin.

Li gundê Mîhmandar endamên PDKÎ name û pûsterek di paketekê de dabîbûn bo hemwelatiyan didan ku bû cihî kêfxweşiya hemwelatiyan.

Li gor nûçeyan. Li gundên Mîhmandar, hêzên rejîm şîpelekî din a komkirina mahwaran dest pêkirin û bi wî awayî hewla pêşîgirtina bernamên telefîziyon ên TV’yên esmanî li berberên 22’ê Pûşperê digrin.

Şino

Bervara 10’ê Tîrmeha 2014’an,endamên PDKÎ di wan cihên bajarê Şinoyê çalakiyên teblîxî bi rêve birin:

Parka Cengelî a Qelatok, kolanên xwaweyî Qelatokê heta şeqama Dr. Qasimlo, şeqama Dr. Qasimlo, parka Şêx Ebdulezîz, parka şehrek, taxa Rehîm ava, bilwara Şêx Ebdulezîz, şehreka Ferhengiyan, taxa Mam Temir, mizgevta Mam temir, mizgewta Hizreta Adem, mizgewta Şehrek, mizgewta Mela Hemze, şeqama karger û bilwara Ellamele Qazî.

Herwiha li nahyeya Nelosê a ser bi bajarê Şino, di wan cihane de çalakî kirin: Feleka Xulefaya Raşedîn, şeqama Mihamedê Hewraz, şeqama Mewlewî, şeqama Kanî Şîlan, feleka yekem heta nexweşxanê û kolanên derdora taxa Olema.

Ji aliyek din ve tekoşerên PDKÎ li gundên Bîjawê, Şawanê, Girdkaşan, Nelîwan, hesen Nûran, Sergêz, Qerseqel, Balagîr, Qurûşawê, Qezenavê, Parka Cengelî a Şinoyê, Gundewêle û ….hwd, çalakiyên teblîxî bi bilindkirina ala Kurdistanê û tirakt û pûster û wêneyên taybet bi rêve çû.

Kirmanşan

Dirêjederên rêbaza Dr. Qasimlo li xiyebana Kesra, şeqama fêrdusî, Serav Qemer, bi nivîsîna derûşên “Qasimlo riya te dirêje heye, mirin û neman bo terorîst, Dr. Qasimlo şehîdên riya aştî û azadiyê, Bijî rêbaza Qasimlo û bijî PDKΔ çalakî kirin.

Li gor raportan, rejîma Îslamî a Îranê di piraniya cihan de tora înternetê daxistiye û di wan ku kar dikin bileziya înternetê kêm kiriye. Cuda ji wana rewşa bajar bi awayek tond hatiye ewlehîkirin û hêzên rejîm bi mator û peya di van bajar de şev û roj digerin.

Riwanser

Rojên Çarşemî û Pênçşemî endamên PDKÎ li bajarê Riwanserê bi nivîsîna derûşm û bilavkirina pûsterên taybet ên komîsyona Teşkîlatê a PDKÎ 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo bilind nirxandin ku ew cihane bi xwe digre: Serava Riwanserê, tirmînala Kirmanşanê, şeqama Dr. Qasimlo, derwazeya bajar, cadeya Xiraciyan, gundên Hesen ava, şehreka Hesen ava, BEwrawa, Miradava, Saq ava, Xeraciyan, Kelawe, Miskîn ava û herwiha şeqama kamyaran û şehreka Riwanser.

Hewşar

Bervara 10’ê Tîrmeha 2014’an, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, endam û dostên PDKÎ bi bilavkirina tirakt û wêneyên Dr. Qasimlo û nivîsîna derûşmên pêwendîdar bi 13’ê Tîrmehê, çalakî bi rêve birin û herwiha ala Kurdistanê û ala şîna Esmanî bilind kirin.

Di Sayîn Kelayê de: Taxa kuştargah, feleka Dr. Qasimlo, derdora zanîngeha Peyamnûr, şeqama Sehemd, şeqama Ostad Şehriyar, tirmînala Tikab, cadeya Tikab - Sayîn Kela, cadeya Bokan – Sayîn Kela.

Herwiha di gundan de: Hacî ava ser bi Çemê Cexetû, Qazanlî, Sarûce, Axtepe, Daşkestan, Qisqopê, TomirAxac, Xolîne, Mehmûd ava, Îngîce, Axecerî, pira Qizlûa Hewşar, Qizlûa Hewşar, çayê Beyan, Qizilqewir, Geraw, Zîkenî, Memer, Bîçaxçî, Sayîn Cû, Karêz, Turkedere, Hesar, Baxçe Meşe, Sefiyar xan, mayîn Bilax, Qisqapan, nebî Kendî, Emîn ava, Axdera jêrîn û jorîn, Ehmed ava jêrîn û jorîn,Sefa Xane, Goze Bilax, Baxê jêrîn û jorîn, Elîava, Bale Qûlû û Hesn lû.

Ji aliyek din ve endamên Partiya Demokrat a Kurdistan îranê li ser mixgewta gundê Îngicê ala mezina Kurdistanê bilind kirin.

Pawe

Ciwanên demokratperwer û kur û keçên bajarê pawê, roja Înê 11’ê Pûşperê, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. qasimlo û hevalên wî, tirakt û pûster di nav bajar de bilavkirin.

Meydana Mewlewî, Dere Asewan, taxa tekiye, feleka Dr. Qasimlo, zemîn şehrî, şehreka ferhengiyan. Baajrê Îimşêr, navê wan cihên ku têde çalakiyên teblîxî hatine kirin. Di bajarî Şimşîrê piştî bilavbûna tirakt û pûsteran, kirêgiriyên rejîm û xwedfiroşan bilez dest bi komkirina wan tiarktane dabûn û ko kiribûn.

Sine

Di gundên Hersîn, Nesenar, bendava Jawero, riya Dolaw, cadeya Nizar, Mîrava û Tengeserê, de ku ser bi devera Jaweroya bajarê Sine ne çalakiyên teblîxî encam dan.

Bokan

Endamên PDKÎ roja Pênçşemî di baajrê Bokanê de çalakî bi rêve birin:
Gundê Kanî Komar, sêriya gundê Şerefkendî, riya gundên Husên ava, Kanî Reş, Sedre ava, Nacî Kendî, Sêriya Wetemîş ji riya Şêxanî, Qorxan, Kela Coxe û Xurasane navê wan gundên ku têde çalakî hatine kirin.

Gundê Îsa Lend, sêriya Seholan, gundê Burhan, sêriya gundê Qeqmere û dekela muxabiratî a Sultan, Ser Zînûyî a gunsê Qerebilax û Mîrava Bokanê.

Daşbend, bajarê Simîne, gundê Husên mame, ser sêriya gundê Saruqamîş, Bilwara mamosta Hejar ji Sî,îne, gundê Gol Merzîk, nahyeya Sewlî tepe, ser sêriya gundê Esker ava, sêriya Gamîşgûlî û ser pira gundê Îbrahîm ava.