Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî li bajarên Şino û Pîranşarê de bi rê ve çûn

13:28 - 1 Hezîran 2021

Pêşmergeyên Bajar li bajarên “Şino û Pîranşar”ê, bona nûkirina soza xwe digel rêbaza şehîdan çalakiyên teblîxî lidar xistine.

Têkoşerên Demokrat di wan çalakiyan de, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û nivîsandina siloganên taybet ên wekî: “Dengdana te dengdan bi Kurdkujiyê ye, dengdan xiyanet bi xwîna şehîdan e, deng bi dagîrkeriya Komara Îslamiya Îranê nadim û deng bi rejîma îdamkirinan nadim”, soz dane ku berdewamkerê rêbaza şehîdan bin.

Ji aliyekî din ve endamên PDKÎ li bajarê Pîranşarê, bi kêşana wêneya alaya Kurdistanê li ser keviran û nivîsîna siloganan soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.