Kurdistanmedia: Rasaniyên Rojhilat li Mengoratiya girêdayî bajarê Mehabadê, li dijî Spaha Pasdaran a terorîst çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar xistin.
Di berdewamiya çalakiyên teblîxî yên alîgir, pêşmergeyên Bajar û endamên PDKÎ li Rojhilatê Kurdistanê de, li deverên Mengoratî a girêdayî bajarê Mehabadê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Nîştimanperwerên Demokrat di deverên Mengoran de bi nivîsîna siloganên wekî: “Qasimlo riya te berdewame”, piştevaniya xwe li PDKÎ nîşan dan.
Herwisa bi nivîsîna siloganan li dijî Spaha Pasdaran a terorîst û kirêgirtiyan, keb û nifreta xwe li dijî wê saziya terorîstî û qirêjxwar nîşan dan.