Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Kurdistanê berdewam in

12:52 - 15 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat li gund û bajarên Rojhilata Kurdistanê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 23`ê Banemera 1398`an(13`ê Gulana 2019`an), Endam û alîgirên PDKÎ, li gundê Nislî a girêdayî devera  Şamiyan a ser bi bajaroka Sewlava, ya girêdaiy bajarê Merîwanê çalakiyên teblîxî lidar xistin.

 Di berdewamiya van çalakiyan de, endam û alîgirên PDKÎ, li bilindahiyên çiyayên “Kurey Mîyane” di gel rêbaza PDKÎ peyman nûkirin ku heya dawiya jiyana xwe, riya şehîdên Kurdistanê berdewam dikin.

Endam û alîgirên PDKÎ bi berdewamî bo piştevanîkirin li PDKÎ û “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” çalakiyên teblîxî lidar dixînin.