Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî li Kurdistanê berdewam in

18:34 - 9 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, çalakiyên teblîxî bo piştevanîkirin li Hizb û Rasanê, bi rêve birin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 18`ê Banemera 1398`an, qehremanên Demokrat, li gundê Tengîser û çiyayên bajarê Şinoyê, piştevaniya xwe li PDKÎ û Rasanê bi lidarxistina çalakiyên teblîxî nîşan dan.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat li gundê Tengîsera girêdaiy devera Jawaroya ser bi bajarê Sine, bi danîna Cemedanî û gulên Lale û bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bijî Rasan” çalakiyên berfireh yên teblîxî bo piştevanîkirin li xebata Pêşmerge û Rasanê lidar xistin.

Hevdem, xebatkarên Demokrat, li çiyayên Kanî Reş yên ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna Cemedanî û nivîsîna dirûşman, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat dubare kirin.