Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Şinoyê, bo piştevanîkirin li Partiya Demokrat û Rasanê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bivêrên Demokrat li gundê Xanler a girêdayî bajarê Şinoyê, piştevaniya xwe bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îran û Rasanê, bi lidar xistina çalakiyên teblîxî nîşandan.
Endam û alîgirên PDKÎ, bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, silav li şehîdan, silav li Rasan, mirin û neman bo rejîma Îslamî ya Îranê, û mirin û neman bo Spaha Pasdaran”, çalakiyên berfireh yên teblîxî birêve birin.
Her di vê pêwendiyên de, çend rojan berî niha, endam û alîgirên PDKÎ, li bilindahiyên bajarê Bane, bi hildana alaya Kurdistanê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Endam û alîgirên PDKÎ, bi encamdana çalakiyên berfireh û berdewam yên teblîxî li bajarên Kurdistanê, piştevaniya xwe li tevgera rizgarîxwaziya Kurd ragihandin û bêzariya xwe li rejîma serkutkar ya Îranê nîşandan.