Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajaroka “Giwêktepe” a girêdayî bajarê Mehabadê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 9`ê Cozerdana 1398`an, endamên PDKÎ bi nivîsîna siluganan, careke din emegnasiya xwe di gel rêbaza rewa û armancên Dr.Qasimlo dûcarî kirin.
Xebatkarên Demokrat, bi nivîsîna siluganên wekî: “Qasimlo rêya te berdewame, bijî endamên Partiya Demokrat” li bajarokê “Giwêktepe” a girêdayî bajarê Mehabadê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Bivêrên Demokrat li bajarên Kurdistanê, bi awayên berdewam emegnasiya xwe derheq xebata rizgarîxwazane û rêbaza şehîdan nîşan didin û bi wî awayî rejîma Îranê dihejînin.