
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, çalakiyên teblîxî bo rêzgirtin ji roja şehîdên Kurdistanê lidarixistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja şehîdên Kurdistanê, li bajarê Sine, çalakiyên teblîxî lidarxistin.
Ew cihên ku, çalakiyên tebilîxî hatine lidarixistin wiha ne: Qereyan, Şeqama pêş zanîngeha Kurdistanê, Şehreka Sahilî, Beharana “1 haya 17” û riya dinavbera Sine û Kêrmanşan.
Herwisa li bajarê Bokanê, endam û alîgirên PDKÎ, çalakiyên teblîxî lidarxistin û bi siloganên taybet bi roja 10`ê Xakelêweyê û herwisa bi belavkirina tirakit û postêran, ew roj bilind ragirtin.
Li bajarê Şinoyê, xebatkarên Demokrat bi boneya roja şehîdên Kurdistanê, li kolana “Emîr Ava” a bajarê Şino û herwisa li gundê “Hesen Nûran” a girêdayî bajarê Şinoyê, bi belavkirina tirakit û postêrên taybet, rêz ji vê rojê hate girtin.