Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî li Kurdistanê berdewamin

17:42 - 3 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, peyman di gel rê û rêbaza şehîdan, nûkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarên Kurdistanê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, û bilindragirtina rêbaza şehîdan, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Li rojên Duşem û Sêşemî 12 û 13`ê Xakelêwey(1 û 2`ê Nîsan)`ê, xebatkarên Demokrat, li bajarê Mehabadê, bi boneya bilindragirtina salroja “Şehîdên Kurdistanê”, çalakiyên teblîxî li çend gundên weke, “ Ozindere û Gerdeberdan” çalakiyên teblîxî lidar xistin û ragehandin: Di her xweşî û nexweşiyekê de, em şehîdên xwe jibîr nakin û riya şehîdan ber nadin, em peyman nûdikin ku, heya dawîn dilopa xwîna xwe, emê wê rêbaza tijî seribilindî ya şehîdan berdewam dikin.

Herwisa xebatkarên Demokrat li “Kosalana” efsane afirîn, peyman di gel rê û rêbaza tijî serbilindî ya şehîdên Kurdistanê nûkirin, û çalakiyên teblîxî li deverên weke, ”Merîwan, Jawaro û Hewraman” û li gundên wekî,”Şamiyan, Nisil, Goşxanî, Kerawe, Rezaw, Sewlawa, Duro, Ehmedava û Xanega”, lidar xistin.

Her di vê derheqê de, çav netirsên Demokrat li bajarê Bokanê, çalakiyên teblîxî li devera, “Çoma Mecîdxan” û li gundê “Elî Ava” a li hemberî şaredariya “Qeregul” lidar xistin û herwisa li “Mehmûd avaya” bajarê Bokanê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê, li ser cihê bilind û li ser riya hatûçûna xelkê deverê, salroja “Şehîdên Kurdistanê” bîr anîn û peyman di gel rê û rêbaza şehîdan nûkirin.