
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 10`ê Xakelêweyê li bajarê Urmiyê çalakiyên tablîxî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat bo peyman nûkirin di gel rêbaza şehîdên Kurdistanê, li “Geliyê Qasimlû” çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Di wan çalakiyan de, xebatkarên Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê di gel rêbaza şehîdan peyman nûkirin.
Rêkefta 3`ê Rêbendana sala 1325`an “Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û Sedrê Qazî” ku, di dadgehên bi nav yên rejîma Şah de, cezaya bidarvekrinê bi ser wan hatibû sepandin, li sibêdeya roja 10`ê Xakelêweya sala 1326`an (31`ê Adara 1947`an), li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê, her li cihê ku komara Kurdistanê ragehandibû, ev bidar vekirin.
Piştire, roja 10`ê Xakelêweyê, ji aliyê PDKÎ, wekî roja Şehîdên Kurdistanê hate bi nav kirin.